Bêdengiya heyî derbarê

Destpêka sala 2016’dan bi êrişên zayendî li beramberî jinê destpêk kir, li bajarê Kolnê jî. Destdirêjiya zayendî li beramberî jinan di şeva sersalê jî xûya bu- û yekser di raya giştî de cîhê xwe girt. Xêr bû ku ewqas beşên çapemenî yên navnetewî pê eleqedar bûn? Bêgûman tehlîlkirina vêya raste û girîng e. Ji ber kesên ku rastî êrişên zayendperestiyê tên, rastî tacîz û destavêtinê tên- yên di şeva sersalê û daîmlî rojane- divê bi tenê neyen hêlan, pêwîstî bi piştgirî û alîkariyek mezin heye. Lê di şeva sersalê li Kolnê raya giştî ne meraqê çavkaniya şîdetê ji ku tê bu tam berovajî vêya xwestin bizanîbin nasnameya netewî ya êrişkar çi bu, an jî bi gotinek din bi rasîst nêz bûn. Em bala xwe bidinê piştî wê qet behsa têkoşîna beramberî sexîsm (zayendperestî) nehate kirin, yekser behsa mafê runişkandinê, qewitandin, şûn de şandin hate kirin.

Encama wê ev e: Ne zayendperestî (sexîsm) pirsgirêka vî welatî ye, lê penaberên hatine pirsgirêk e. Lê: Zayendperestî (sexîsm) bi penaberan nehate Almanyayê, zayenperestî zêhniyetek e ku hate runişkandin. Ew herdem heye, dijî li her dever û daîmlî. Vêya di hemû beşên jiyanê xwe dide xûya kirin, ji bêmafbûna jinê wek karker heyanî, tepisandinên jinên LGBT, li cîhê kar, perwerdehiyên zarokan hwd.. Dîsa jî di reklaman de bikaranîna bedena jinê dixûye an jî di semînerên ku ji aliyê zilaman vê tên organîze kirin da ku bikarîbin fêhr bibin çawa dijî vîna jinê xwe nêzî wê bikin. An jî bêdengiya beramberî şîdeta hindirê malê,bi xwe girêka vê pirsgirêkê ye. Ji sedî noht hemû destdirêjiyên beramberî jinê ji aliyê derdorê nas ve tê jiyîn, wek malbat, xizm, nas an jî zilam. Dîsa jî qet derbarê şîdeta rojaneyî û zayendperestiya beramberî LGBT naye axaftin.

Divê em derbarê vê dengê xwe bilind bikin

Dewsa ku behsa nasnameyên netewî û olî yên êrişkar tê kirin divê em derbarê wateya û çavkaniya zêhniyeta zayendperestiyê bikin û vêya jî di asta cîhanî û gerdûnî. Dîsa divê em dengê xwe li dijî rasîsma beramberî penaberan bikin, ji ber rojane cîhên penaberan tên şewitandin. Divê em derbarê şerên ku Almanyayê hevkar e behs bikin. Derbarê karaktera bi hov, mîlîtarîzm yê ku him li hindir û him li derva bi zêhniyetek zayendperestî tên meşandin, bikin. Ji ber van şeran mirovan ji koka wan qut dike, wan dike penaberê axa xwe, hemû berhemên wan yên jiyanê pê tên talan kirin. Berpirsiyartiya van hemû kiryaran NY (Welatên Ewrûpî) ne û di serî de Almanyayê. Gelek jin û zarokan di rêya koçberiyê de rêyên gelekî bi tehlûke bi şîdetên zayendî rast hatine. Gelekî jin û zarok ji ber biryarên qanûnî yên Almanyayê li dervayê sînoran man, wek paketa asyl 2, dihêle ku li cîhên ku şer diqewimin bêparastin bimînin. Qaşo tedbirên tundtir yên asyl yê ku Almanya ji ber ‘êrişên zayendî’ girtine, di esas de dijî hemû jinan û zarokan hatin stendin. Bi salan li Almanyayê van mijaran di nav femînîstan de tên destgirtin. Dewsa ku pirsgirêkên ku me dane diyar kirin, bên dest girtin û çareser kirin, hewldanên rêxistinên jinan û femînîstan ji aliyê dewletê ve hewl didin pûç bikin. Li beramberî hêza jinê ya birêxistinkirî dixwazin bi grûpên nazî û rasîst nakokî di nav gelan pêş bixînin, ji ber wê jî piştgiriya siyaseta rasîst dikin.

EM Çİ PÎROZ DİKİN!?

Em hemû tekoşînên jinan ji bo pêşarojek azad pîroz dikin. Mînaka herî berbiçav şoreşa jinê ya li Rojava ye. Dîsa hemû jinên ku ji bo penaberan di nav liv û tevgerê de ne. Em hemû jinên bi wêrek yên LGBT pîroz dikin yên ku dijî desthilatdariya mêr hewl didin xwe bi rêxistin bikin. Em hemû jinên penaber ku dikarîbun bi vîna xwe diwarên desthilatdar hilweşînin silav dikin. Werin em xwe di asta gerdûnî de xwe bi rêxistin bikin, li her dever. Em dixwazin civakek bê desthilatdar, bê îmha û tunekirina mirovan, bê rasîsm û zayendperestî.

Em dixwazin rêz û piştgiriya hev du xurt bikin. Bijî dewlemendiya cûadahiyan!

Di çarcovêya roja jinên cîhanê em dixwazin dawî li şîdeta beramberî jinê û jiyanê bînin. Em dixwazin di kolanên Kolnê û hemû deveran dengê xwe bilind bikin û bibêjin ku: Femînîsma me ne rasîst e- bi taybetî piştî siyaseta şeva sersalê li Kolnê!

Em li meşa xwe ya navendî li Kolnê di roja 12ê Adarê 2016’dan li hev dibînin!